Li Serêkaniyê firina nan dest bi kar kir

Li Serêkaniyê firina nan dest bi kar kir

 Firneya Serêkaniyê ku ji beriya 10 mehan ve ji ber şer û pevçûnan rawestiya bû îro dest bi kar kir.

Firneya Serêkaniyê ya sereke piştî êrîşên komên çekdar ên Eniya El-Nusra û Artêşa Azad ku di 8’ê mijdara 2012’an destpê kiribû hate rawesatandin. Êrîşkaran  gelek amûrên sazî û dezgehên xizmetan ên bajêr dizîn û talan kirin. Firneya Bajêr jî yek ji dezgehên ku rastî talana çeteyan hate û piraniya alavên wê hatin dizîn.  Ji ber amûrên firneya gel a bajar hatibûn dizîn 10 mehbû nedixebitî.

BI ALÎKARIYA MECLÎSA GEL FIRIN HATE TAMÎR KIRIN

Meclîsa Gel a Serêkaniyê ji pêdeviya nan li bajar ev demeke hewl dida ku firina gel tamîr bike û li şûna alavên hatine dizîn perçeyan peyde bike.  Piştî rizgar kirina Serêkaniyê ji komên çeteyan, derfet çêbûn Meclisa Gel firina bajar tamîr bike.  Îro firne bi awayekî asayî dest bi xebatê xwe kir. Bi munasebeta vekirina firneyê  ji bo rojekê nan bê pere li gel hate belavkirin.

AMBARGO BANDORIYEKÎ NEYÎNÎ DIKE

Jiber ambargoya li ser Rojavaya Kurdistan peyde kirina alavên nan peyde kirin gelek zahmet biye. Komîteya Xizmetan a Meclisa Gel ji ber qutbûna ceyranê jî cenetor û sotemenî peyda kirin. Komîteyê pêdiviyên nan ji ard, şîr û hevîrtirş jî peyda kir.  Ji ber ku gelek xebatkarên firneyê ne hatin ser karê xwe komîteyê karkerên din peydar kirin.

ROJÊ 4 TON ARD DIKIN NAN

Têkildarî xebatên firneya Serêkaniyê Endamê Rêvberê firneya Serêkaniyê Mihemed Ehmed da zanîn ku di rojên destpê kê de 4 ton ard çê dikin û di nava çend rojan de dê karê xwe zêde bikin da ku têra hemû şêniyên bajêr bike. Ehmed,  destnîşan kir ku roja yekê ji ber kêmbûna xebatkaran bi danekî dest pê kir û piştî ku Meclisa Gel xebatkar peyda kirin dê sibe bi 2 danan firne bixebite û armanca wan ku rojê rojê 10 ton ara bê çêkirin.

Ehmed, diyar kir ku heta niha gelek karkerên fineyê yên berê ne hatine karê xwe û got ku heger neyên dê ji kar bêne derxistin.

WÊ LI TAXAN NAVENDÊN NAN FIROTINÊ BÊN VEKIRIN

Bi dehan şêniyên bajêr li ber firneyê kom bûne û hêzên Asayîşê ji hindir û derve jî ji bo rêxistinê di nava tevgerê de ne. Endamê Meclisa Gel a Serêkaniyê Îdrîs Etiya da zanîn ku ji sibê ve dê navendên belavkirina nan li hemû taxan bêvekirin û dê gel bi hesanî nanê xwe bikire. Etiya da zanîn ku dê endamên Meclisên taxan dê rêveberiya belavkirina nan bikin.