Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê komên çete yên bi navê Graba El Şam û Nasra ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr, êrîş gel kirin. Di encama êrîşê de Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl û ciwanekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Li hemberî vê yekê YPG'ê mudaxeleyî komên çete kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyên ku ji bo tevlî meşa ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve tê organîzekirin bibin diçûn Serêkaniyê, li daketina bajêr ji aliyên komên çete ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê hêzên asayişê û kontrola rê dikirin û Serokê Meclîsa Bajêr Abid Xelîl çûn cihê bûyerê. Abid Xelîl û welatiyan xwest ku ji koman bixwaze rê bidin gel, lê komên çete gule barandin. Di encama gulebaranê de Xelîl û ciwanekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Her wiha 3 endamên asayîşê jî birîndar bûn.
Li hemberî van bûyeran Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî komên çete kir. Pevçûnên li bajêr li ser riya Dirbêsiyê didomin.
Abid Xelîl di sala 1973'yan de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bû û Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê qedandibû. Xelîl, zewicîbû û 2 zarokên wî hene.
Endamê Meclîsa PYD'ê Dr. Ciwan Mistefa, diyar kir ku serê sibehê komên çekdar hatine ser noqteya kontrolê ya asayîşa sivîl a li ser riya Dirbêsiyê û gotine ku ew nahêlin gel derbasî bajêr bibe. Mistefa anî ziman ku li ser vê yekê ew û Abid Xelîl çûne cihê bûyerê, lê van koman ew gulebaran kirine. Mistefa, got ku komên çete ji ber mudaxeleya YPG'ê xwe paş ve kişandine.
Komên çete yên behsa mijarê, di 8'ê Sermawezê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr. Piştî ev komên çete ketin bajêr ku tê gotin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribû.Di encama van êrîşên li Serêkaniyê de herî kêm 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan, 70 birînda rbûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirê 11 hezar kes koçber bûn.
Hêjayê gotinê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji roja bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin adara 2011 ve cihê herî aram ê Sûriyeyê bû.