Li Serêkaniyê endamekî YPG’ê birîndar bû

Li Serêkaniyê endamekî YPG’ê birîndar bû

Piştî ku komên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di dema pevçûna di navbera wan û hêzên rejîmê de, endamekî YPG’ê jî bi guleyek ku nayê zanîn ji ku ve hatiye birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî komên çekdar ketin Serêkaniyê di navbera wan û hêzên rejîmê de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de endamekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ewlehiya herêmên xwe dikirin, bi guleyek ku nayê zanîn ji kîjan alî ve hatiye birîndar bû. Endamê YPG’ê yê bi navê Ciwan Newaf Ferec ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û hate emelîyatkirin.