Li Serêkaniyê civîna tenduristiyê

Li Serêkaniyê civîna tenduristiyê

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di civîna têkildarî nexweşiyan hate lidarxistin de, li ser girîngiya paqijiya malê û derdorê hate rawestîn, tedbîrên parastina ji nexweşiyan hatin rêzkirin.

Civîn li Medreseya Evdirhman Xafiqî hate lidarxistin. Di civîna ku piraniya wan jin, gelek kes beşdar bûn de, bijîşk Baqir Eto derbarê paqijiya malê û derdorê, herwiha nexweşiyên derdikevin û tedbîrên divê bêne girtin de agahî dan.

Baqir Eto, li ser nexweşiyên herî zêde tên dîtin rawestiya û ji bo xweparastinê tedbîr û dermanên pêwîst rêz kirin. Eto, diyar kir ku mirov pewîst e ji bo tenduristiyek asayî li ser razan û rabûna xwe jî baldar be.

Eto, li ser paqijiya malê û parastina zarokan jî rawestiya û destnîşan kir ji bo ku nexweşiyên giran dernekevin dive di nava malê de zarok ji qirêjiyan bêne parastin û hidurê malê paqij bê girtin. Eto, ji bilî dermanan wekî tedbîr xwarina hêşînahiyan jî pêşniyar kir.

Welatiyên beşdarî civînê bûne jî, derbarê pirsgirêkên ku têne jiyandin ji bijîşk Eto pirs pirsîn. Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.