Li Serêkaniyê di şerê di navbera komên çete yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û hêzên YPG’ê de 25 endamên komên çekdar hatin kuştin 20 jî birîndar bûn. Di şer de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, şerê ku bi êrîşa komên çekdar ên çete re destpê kiribû, piştî dinya tarî bû, hinekî rawestiya. Li gorî agahiyên Fermandariya Tugaya Şehîd Abid a YPG’ê , di şerê ku saet derdora 14.00’an de destpê kir de bi giştî 25 endamên komên çete hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn. Her wiha 3 wesayîtên wan jî hatin şewitandin.
Li gorî agahiyên Fermandariya YPG’ê di pevçûna destpêkê ya saet 14.00’an de li Taxa Hawarna qewimî de 20 êrîşkar hatin kuştin. Di pevçûna duyemîn a li nêzî Taxa Hawarnayê jî 3 wesayît hatin şewitandin, 2 kes hate kuştin û 4 jî birîndar bûn. Dîsa di pevçûna li nava bajêr qewî de jî 3 kes hatin kuştin zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku piştî pevçûnan hêzên YPG’ê tedbîrên xwe zêde kirine.