Piştî ku Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyeyê ve ket herêmên ku piranî ereb lê dijîn ên bajarê Serêkaniyê, aloziya li bajêr jî didome. Hate ragihadin di pevçûnên ku ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêbûne de, 2 guleyên hawanê li nexweşxaneyê ketine.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê destlatdarî ketiye destê kurd û ereban, piştî ku hêzên Artêşa Azad ketin bajêr, pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Azad û hêzên rejîmê de didomin. Hate ragihandin ku hêzên Artêşa Azad ji Deriyê Sînor ê Navçeya Serêkaniyê ya bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê ku dikeve hemberî Taxa Mehetê ya ereban, ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî Serêkaniyê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku di pevçûnan de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene û birîndarên Artêşa Azad di Deriyê Sînor re dibin Serêkaniya Rihayê. Di dema pevçûnan de guleyên hewanê ketine Qada Dêwa ku piranî kurd lê dijîn, lê tiştek li tu kesî nehat.
Her wiha 2 guleyên hawanê li nexweşxaneyê bajêr ketin. Lê ji ber ku bi destpêkirina pevçûnan re qatên jorîn ên nexweşxaneyê hatibûn valakirin, tiştek li tu kesî nehat. Piştî bûyerê, nexweşxane hate valakirin.
Li aliyê din hate gotin hêzên Artêşa Azad bi hinceta ku ji bo wan stratejîk in, dest danîn ser hinek malên welatiyan û ev jî bûye sedema nerazîbûnan.
Hate ragihandin ku piştî destpêkirina pevçûnan rejîmê ku ji bilî avahiyê fermî tu hêza wê ya leşkerî li bajêr tunebû, ji bajarê Hesekê yekîneyên leşkerî şandin herêmê.
D saetên serê sibehê de ji bajarê Hekesê kesek li ser navê Artêşa Azad tevlî televîzyona El Erebiye bibû û îdîa kiribû ku hêzên leşkerî yên kurdan xwe amade dikin ku êrîşî Artêşa Azad bikin. Heman kesî bang li eşîrên ereban kiribû ku êrîşî kurdan bikin. Lê şêniyên bajêr ên ereb û kurd diyar kirin ku tu pirsgirêka wan bi hevdu re tune ye û ev daxuyanî şermezar kir.
Hate ragihandin ku Partiya Azadî a Kurd jî civînek li dar xistiye û hewl dide ku di navbera kurd û ereban de aloziyan derxîne.
Li ser îdîayên kesê ku li ser navê Artêşa Azad tevlî televîzyona El Erebiye bû, Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek nivîskî dabû û diyar kiribû ku ev îdîa hemû derewin. Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de tê gotin ku tu pirsgirêkên wan bi Artêşa Azad re tune ne û banga yekîtiya gelan kir.