Li ser sînorê Şemzînanê şer

Li herêma Çarçela û Bêzelê ya sînorê Şemzînan şerên dijwar pêk tên. Piştî şer herêm ji aliyê helîkopteran ve hatin bomberdûmankirin.

Li herêma Çarçela û Bêzelê ya sînorê Şemzînan şerên dijwar pêk tên. Piştî şer herêm ji aliyê helîkopteran ve hatin bomberdûmankirin.

Li ser sînorê Şemzînan a Colemêrgê, li herêma Bezelê û Çarçela di navbera gerîlayên HPG/YJA Star û tîmên taybet de şerên dijwar rû dan. Hat diyar kirin ku şerê li herêmê qasî saetekî dewam kir, herêmên Gara Bezelê, Oremara Geverê û Geliyê Doskî ji hêla helîkopteran ve demek dirêj hatin bombekirin. 

Têkildarî kuştî û bîrîndaran ti agahiyên zelal nehatin girtin, hat ragihandin ku helîkopterên Skorskî çûne herêmê û piştre vegeriya ne Tabûra Bezelê.