Li ser rêya Colemêrg-Çelê çalakiya sabotajê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan roja 28'ê Nîsanê li ser rêya Colemêrg-Çelê li dijî leşkerên kontrola rê dikirin çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di encamê de leşkerek miriye, 3 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan roja 28'ê Nîsanê li ser rêya Colemêrg-Çelê li dijî leşkerên kontrola rê dikirin çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di encamê de leşkerek miriye, 3 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 28'ê Nîsanê saet di 12:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC a li ser rêya Colemêrg-Çelê kontrol dikirin, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

27'ê Nîsanê saet di 14:00 de hêzên me yên gerîla li dijî lekerên artêşa TC ên li derdora girê Kuroşîno yê navçeya Şirnex Qilabanê di nava tevgerê de bûn, bi çekên giran çalakî lidar xistin. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndarkirin, nehat zelalkirin.

30'ê Adarê, artêşa TC li bejahiya navçeya Bedlîs Motkî operasyonek dabû destpêkirin. Hevrêyê me Bedran ê di şerê li vê operasyonê de bi birîndarî hatibû girtin, ji aliyê artêşa TC ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye, bi vî rengî ye:

Nasnav: Bedran Çiyager
Nav paşnav: Ramazan Akbaş
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik û bav: Fevziye-Mehmet Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Adara 2016 / Bedlîs

Roja 23'ê Nîsanê saet di 09:00 de, li hemberî leşkerên di navbera qereqola Grana û geliyê Grana yên li ser xeta sînor a herêma Avaşînê ye, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek birîndar bû.

17'ê Nîsanê artêşa TC li herêma Sariyayla ya Erzîromê operasyonek dabû destpêkirin. Dema tîmeke me ya gerîla li vê herêmê bi erka xwe radibû, ketibû nava qada operasyonê. Di bomberdûmana ji hewayê û êrîşa bi helîkopterên Kobra de 2 gerîlayên me şehîd ketin. Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Nasnav: Rûbar Tatvan
Nav paşnav: Agît Gulen
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Navên dayik û bav: Gulnaz-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2016 / Erzîrom

Nasnav: Ronî Serhat
Nav paşnav: Cahît Ekmekçî
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Şohret-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2016 / Erzîrom"