Li ser giliya girtiyê nexweş Aktaş biryara neşopandinê hate dayin

Girtiyê Ergîn Aktaş ku du destê wî nîn in û li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dimîne gilhê qerdiyanan kiribû, li ser giliya Aktaş biryara neşopandinê hate dayin.

Ergîn Aktaş ê ku di destê wî nîn in û li Girtîgeha Menemen a Izmîrê, Tîpa R de dimîne, ji ber sedeme ku di nav şert û mercên dij mirovî de dimîne û miemeleya nebaş lê tê kirin gilih kiribû lê ev giliyê wî bi biryara neşopandinê hate bersivandin. Li gorî biryara Dozgeriya Menemenê ku îfadeya AKtaş negirt û li gorî nivîsa ji girtîgehê hatî biryar dabû, Ataş bi tena serê xwe jî dikare jiyana xwe bidomîne. Lê li holê raporeke wiha ya edlî nîn e. Berevajî vê di 3 raporê saziya tipa edlî de tê gotin ku Aktaş ‘bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne.’’

Dozgeriyê pêdivî pê nedît ku îfadeya Ergîn Aktaş bistîne, li gorî agahiya ku ji girtîgehê hatî, biryar hate dîtin ku pêdivî bi lêpirsînê nîn e. Li gorî biryara ku hatî dayin Aktaş li girtîgehê bi tena serê xwe dikare bimîne. Lê parêzer Tuncer diyar dike, ‘’li holê raporeke wiha nîn e.’’

3 raporên Saziya Tiba Edlî têkildarî Aktaş hene. Di raporên 12 Tîrmeh 2013, 30 Nîsan 2014 û 17 Sibat 2016’an de tê gotin ji ber sedema seqetiya giran Aktaş bi serê xwe nikare jiyana xwe rê ve bibe.

DMME BI LEZGINÎ ANÎ ROJEVA XWE

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana parêzerên Aşktan bi ‘lezgînî’ da ber xwe. DMME’yê bi sedema ku heta 18’ê Mijdarê bibersivî têkildarî Aktaş pirs şandibûn ji Tirkiyê re.