Li ser bedena gêrîla Erdal şopên îşkenceyê

Li ser bedena gêrîla Erdal şopên îşkenceyê

Malbata gêrîla Erdal Erol (Mazlûm Serhat) ku duh cenazeyên zarokê xwe ji Meletiyê wergirtin ber bi Êlihê ve bi rê kirin. Malbatê diyar kirin ku, li ser bedena zarokê wan şopa îşkenceyê hatiye dîtin. Malbatê aşkera kir ku, çavê zarokê wan derxistine û îşkenceya giran lê kirine.

Malbatên 5 gêrîlayên HPG'ê yên ku zarokên wan di 22'ê Mijdarê de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn piştî serî li dozgeriya komarê dan cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Malbetên ku çûn li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenazeyên zarokên xwe nas kirin, 5 gêrîlayan wergirtin û birin bajarên xwe.

Malbatên gêrîla Erdal Erol (Mazlum Serhat), Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Ayhan Acar (Yilmaz Bingol) cenazeyê xwe ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û malbatên gêrîla Emine Oran (Axîn Jiyan) Hicran Gersiyor (Axîn Viyan) jî cenazeyên zarokên xwe ji morga şaredariyê wergirtin. Malbata HPG'î Erdal Erol (Mazlûm Serhat) ji navçeya Sasona Êlihê piştî ji Stenbolê hatin cenazeyê kurê xwe wergirtin, şevê din anîn Amedê û ji Amedê jî birin Êlihê.

Cenazeyê Erol şevê din di ketina bajarê Êlihê de li gel endam û rêveberên BDP'ê ji aliyê karwanek mezin ve hat pêşwazîkirin. Hat dîtin ku, dema karwanê cenazeyê gêrîla Erol ket nava bajar, polîsan tedbîrên gelek mezin girtin. Girseyê di pêşwazîkirinê de bê navber slogana "Gele, gel li vire", "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "Qatil Erdogan", "Ocalan" qêriyan. Girsê bi alên PKK'ê li Mizgefta Selîmiye ya taxa Baglar ya Êlihê rawestandin. Girseyê li vir wecîbeyên olî pêk anîn. Di wecîbeyên olî de hate dîtin ku çavê gêrîla Erol hatiye derxistin, serê gêrîla Erol hatiye perçekirin û li ser bedena wî îşkence hatiye kirin. Dîsa li çîp û çongga wî şopa guleyan hate dîtin. Piştî wecîbeyên olî girsê li ber mizgeftê "Çerxa Şoreşê" xwendin û sloganên "Şehîd Namirin" bilind kirin.

Cenazeyê gêrîla Oran dê pişti nimêja Înê ya sivil li Goristana Gilbereşkê bi girseyî bê definkirin.