Li Şengalê pevçûn dijwar bûn

Li bajarê Şengal a Başurê Kurdistanê pevçûnên di navbera hêzên HPG-YBŞ, pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de her diçin dijwar dibin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro li gorî saetên herêmî saet di 11.30’an de çeteyên DAIŞ’ê li bakurê bajar bi wesayîtên bombebarkirî êrîşê herêmên di bin kontrola gerîla û pêşmergeyan de bûye, kiriye.

Di êrîşên ku bi wesayîtên bombebarkirî ya li dijî Sît Zeynep pêk hatiye de, ji hêzên YBŞ, HPG û peşmergeyan wendahiya can çênebûye û di pevçûnên ku hatine jiyîn de ji ber ku çeteyan wendahiyên mezin dane neçar mane vekêşin. Çavkaniyên leşkerî yên

Şengalê diyar kirin ku piştî mudaxaleya hêzên Kurd ya hevpar pevçûn dijwar derbas bûye û çete li dijî xetereya êrîşên hewayî xaniyên taxa Hey Nasir dane ber agiar û reviyane.

Berpirsê hêzê peşmergeyan ya li Şengalê Emîd Qadr Xoranî got çeteyan xwestiye ji çend milan êrîş bikin, lê bi mudaxaleya hêzên peşmerge û gerîlayan re çeteyan wendahiyên mezin dane û neçar mane birevin.

Hat hînbûn ku pevçûn didomin û balafirên koalîsyona navneteweyî li ser bajar firînan didomînin.