Li Şengalê çalakiyên gerîla
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê de gelek çete hatin kuştin.
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê de gelek çete hatin kuştin.
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê de gelek çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê şer û çalakiyên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navendê diyar kir ku di 27’ê Hezîranê saet di 07.00’an de li Taxa Xeyr Nasir a navenda Şengalê, li dijî nuqteyên çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de 2 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku di 28’ê Hezîranê saet di 11.00’an de li taxa Sittî Zeynepê gerîlayan li dijî wesayîteke çeteyan çalakiyek pêk anîn û wesayîta çeteyan tevî çeteyên tê de bi temamî hat îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 29’ê Hezîranê saet di 07.30’an de li taxa Sittî Zeynep li dijî wesayîteke çeteyan çalakiyek sûîqestê hatiye kirin û çeteyên di vê wesayîtê de jî hatine kuştin.
Navendê got, "Her wiha di 28’ê Hezîranê saet di navbera 13:00 - 14:00 û 22:00 - 23:00’an de balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li taxa Xeyr Nasir li 8 nuqteyên çeteyan xistine."