Li Şengalê çalakî û pevçûn didomin
HPG/YBŞ’ê diyar kirin ku li Şengalê çalakiyên gerîlayan û pevçûn didomin.
HPG/YBŞ’ê diyar kirin ku li Şengalê çalakiyên gerîlayan û pevçûn didomin.
HPG/YBŞ’ê diyar kirin ku li Şengalê çalakiyên gerîlayan û pevçûn didomin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kirin ku di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de çalakiyên wan didomin.
HPG/YBŞ’ê der barê çalakiyê de wiha got:
“Di 25’ê Sibatê de saet di 15.00’an de di navbera çeteyên li Taxa Jêr hatin tespîtkirin û hêzên berxwedanê de pevçûnek demkurt hatiye jiyîn. Di vê pevçûnê de windahiyên çeteyan nehat tespîtkirin û çeteyek birîndar bûye.
Di 25’ê sibatê de saet di navbera 20.00 û 21.00’an de li derdora Taxa Xeyir Nasir gerîlayan li dijî çeteyan çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de hat tespîtkirin ku 3 çete birîndar bûne.
Di 25’ê Sibatê de saet di navbera 20.00 û 21.30’an de li derdora Taxa Sûka Jêr ji aliyê hêzên gerîlayan ve li dijî çeteyan çalakiyek sûîqestê pêk hatiye. Di vê çalakiyê çeteyek hatiye kuştin.
Dîsa di 25’ê Sibatê de saet di navbera 19.30 û 21.00’ê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelek nuqteyên Şengalê bi çekên giran bombebaran pêk aniye û di van êrîşan de ti windahiya can çênebûye.”