Li Şengalê 6 çete hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star li Şengalê pêk anîn 6 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê got, “20’ê Adarê saet  09:30’î li Taxa Sûka Jêr a navenda Şengalê û saet di navbera 13.00-14.00’an li girê Şehît Erdal hêzên me yên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîn û 2 çete hatine kuştin. Dîsa 21’ê Adarê saet 19:30’î li girê Şehîd Erdal ji aliyê hêzên me yên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê pêk hatin, li vir jî 2 çete hatin kuştin.

20’ê Adarê saet 19:30’î li Taxa Sûka Jêr hêzên me yên gerîla rêzeçalakiyên sûîqestê pêk anîn. Li vir 2 çete hatin kuştin.”