Li Şengalê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hêzên HPG-YBŞ’ê diyar kirin ku di pevçûnên ku duh û îro di navbera wan û çeteyan de herî kêm 5 çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG ya Şengalê û YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku di 10’ê Adarê de saet li dora 14.30’an de li nêzî taxa Xeyr Nasir li dijî çeteyan çalakî pêk anîne û hat gotin ku di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.

Her wiha hat gotin ku dîsa li heman taxê saet di navbera 15.00- 16.00  û di navbera 22.00-23.00’an de gerîlayan çalakiyên suîkastê pêk anîne û 2 çeteyên din hatine kuştin.

Hat destnîşan kirin ku di çalakiya li taxa Suka Jêr ya li dijî çeteyan pêk hatiye de çeteyek din jî hatiye kuştin.

Îro di saetên sibê de gerîlayan li dijî wesayîtên çeteyên DAIŞ’ê yên derdora taxa Suka Jêr bi  çekên lûle dirêj çalakî pêkaniye. Di çalakiyê de der barê wendahiyên çeteyan de agahiyek zelal nehat bidestxistin.