Li Şengalê 3 çete hatin kuştin

Di pevçûn û sûîqestên li Şengalê rû dan 3 çete hatin kuştin.

Di  pevçûn û sûîqestên li Şengalê rû dan 3 çete hatin kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê  diyar kir ku Pêngava Azadkirina Şengalê didome. HPG û YBŞ’ê daxuyaniyek da û got: “Di 10’ê Sibatê de saet di 14.40’an de  ji aliyê hêzên me yên berxwedanê ve li dijî çeteyên derdora Sîttî Zeynep çalakiya sûîqestê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

10’ê Dibatê saet di navbera 17.00 û 17.30’an de hêzên me yên gerîlayan li dijî koma çeteyan li dora Taxa Sûka Jêr di nava tevgerê de bûn çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de du çete hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.