Li sê bajaran 25 kes hatin binçavkirin

Li sê bajaran 25 kes hatin binçavkirin

Di encama operasyonên polîsên rejîma AKPê de li Agirî, Erdexan û Şirnexê piraniya wan xwendekar bi giştî 25 kes hatin binçavkirin. Li Şirnexê di serdegirtina malan de 6 ciwanên temenê wan di navbera 15-18 saliyê de hatin binçavkirin. Li Agiriyê jî di serdegirtina malan de 15 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.

Şevê din li taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê polîsên sivîl bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtanan de 6 kesên temenê wan 15-18 salî yên bi navê R.Y., O.Ç., S.K., Î.O, R.B. û V.Ç. hatin binçavkirn. Sedema binçavkirina nehate zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

8 kesên piştî çalakiya greva birçîbûnê li Şirnexê hatin binçavkirin piştî îfadeyên li Midûriyata Polîsan duh êvarê derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê 8 kes serbest hatin berdan.

Li Agiriyê jî polîsan bi ser mala xwendekarên Zanîngeha Îbrahîm Çeçan de girtin û di serdegirtina malan de 15 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. 15 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.

Yekîneyên Qereqola Çamliçatak ya girêdayî Fermandariya Cendirmeyan ya navçeya Golan ya Erdexanê bi ser gundê Hacialî de girtin. Di serdegirtinan de Mehmet Karatekîn, Abdurrahman Karatekîn, Fikret Gokdemîr û Balabey Gokdemîr hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Çamliçatakê.