Li Şaredariya Baglarê mala serxweşî û gel hat vekirin

Li Şaredariya Baglarê mala serxweşî û gel hat vekirin

Şaredariya Baglarê ya Amedê, li gundê Kortepe'yê mala şerxweşî û gel bi merasîmekê ji xizmetê re vekir.

Di merasîmê de Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevserokên BDP'ê yên Baglarê, Alîkarên Şaredar, endamên meclîsê û gelek gundî amade bûn. 

Meleyê Kortepe Îsa Dûrman di axaftina xwe ya li vê derê de bibîr xist ku ew neçar mane serxweşiyan bi salan li binê konan pêşwazî bikin û got, "Weke mirovekî, weke meleyekî ji Şaredariya xwe ya Baglarê re spas dikim. Ji ber ku gundê me mezine û şînên me çê dibin, em di bin şertên giran de serxweşiyan di binê konan de pêşwazî dikin. Gava baran dibare, gelekî zehmet e em mêvanan li binê konan vehewînin. Jin û zarokên me jî wê feydê ji mala gel bigirin. Em gelekî kêfxweş in."

MALA GEL BI KEDA GEL AVA BÛ

Şaredara Baglarê Yuksel Baran jî da xuyakirin ku ji bo êşên gel ên di rojên dilşewat de bi gelê xwe re parve bikin, wan mala serxweşiyê vekirine û diyar kir ku, mala gel û serxweşiyê wê bibe bersiv ji pêwistiyeke mezin re. Baran got, "Ev der ne tenê weke mala serxweşiyê, her weha wê ji bo perwerdekirina jin û zarokan û xebatên çandî jî bê bikaranîn. Me heta niha li çar gundan malên serxweşî û gel ava kirine, emê di vê payizê de li çar gundên din jî vekin." Baran da xuyakirin ku wan ev malên serxweşiyê bi gel re ava kirine û ji herkesên ked dane vî karî spasiyên xwe pêşkêş kir.

Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji gundan destpê kiriye û anî ziman ku divê Şaredarî ji gundan re xizmeteke baştir bikin. Zumrut got, "Şaredariyên me ne tenê li navendên bajaran, wê xizmeta herî baş li gundan bike. Şaredariyên me gelek karên serketî bicih anîn. Halê Amedê yê beriya 15 salan çawa bû? Lê îro Amed gelekî bi pêş ket û xizmetên mezin pêşkêş kir."

Piştî Zumrut Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan di axaftina xwe de diyar kir ku modêla şaredarvniya tevlêkar, bi vî rengî bicih tê anîn. Aydogan got, "Em çiqasî ji gelê Amedê re xizmetê bikin, kêm e. Emê di pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê de, xebatên xwe yên bajarvaniyê bi awayekî herî baş pêk bînin. Ji ber ku di rojên azad, rojên aştiyane de ez bawerim hevalên me, şaredariyên me wê xizmeteke baştir ji we gelê me re bikin. Di demên pêş de wê Amed bibe cihekî bedewtir ji bo jiyanê. Ez ji ber xizmetên kiriye ji Şaredariya Baglarê re spasiyên xwe pêşkêş dikim."