Li Şamê koma çekdar kurdek kuşt

Li Şamê koma çekdar kurdek kuşt

Li paytexta Sûriyeyê Şamê welatiyê kurd ê bi navê Şeelan Silêman ji aliyê komek çekdar ve hate kuştin.

Welatiyê kurd Şeelan Silêman ku  li paytexta Sûriyeyê Şamê bi ajokariya texsiyê debara xwe dikir, 2 roj beriya niha li herêma Pira Wezin a Şamê ji aliyê komeke çekdar ve tevî wesayîta xwe hate revandin. Malbata Silêman ku 2 roj ketin nava lêgerînê, cenazeyê Şelan li Nexweşxaneya Miwasat a Şamê dît. Hate zanîn ku guleyek li serê Silêman hatiye xistin û piştre jî ew avêtine ser riya Otostrada Dera- Şamê

Cenazeyê Silêman ji nexweşxaneyê hate girtin birin Mizgefta Taxa Zorava. Cenazeyê Şelan Silêman wê ji vir jî ji bo ku bê definkirin bibin warê wî Girkê Legê.

Şelan Mihemed Silêman di sala 1961'an de li gundê Sêgirka yê girêdayî bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê.