Li Salzgitterê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
Li bajarê Elmanya Salzgitterê, xebatên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên sala 2015'an destpê kirin.
Li bajarê Elmanya Salzgitterê, xebatên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên sala 2015'an destpê kirin.
Li bajarê Elmanya Salzgitterê, xebatên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên sala 2015'an destpê kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Salzgitterê dijîn, li Navenda Civaka Demokratîk a Peine, li ser xebatên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, civînek lidar xistin.
Di vê çarçoveyê de wê xebatên hilbijartinê bi 5 komîsyonên Navenda Salzgitter, Hildesheim, Gifhorn, Peine û Branschweigê bên meşandin.
Di nava komîsyonan de nûnerên jin, ciwan, Êzidî û Elewî cih digirin. Ji bo agahdarkirina gel jî navendeke agahdarkirinê hat avakirin. Li vê navendê ê heftê heft rojan, bersiv ji pirsên hilbijêran re were dayîn. Navenda agahdarkirinê wê li lokalên komeleyên Peine û Hildesheimê bi dorvegerî xizmetê bide.
Di civînê de ji rêveberên NAV-DEM'ê Abdullah Efe jî aamde bû. Efe der barê xebatên teknîkî de agahî da û diyar kir ku girîng e rêbaza xebateke kolektîf esas bê girtin.
Efe diyar kir ku di çarçoveya an xebatan de divê hemû kesên alîgirên aştî, azadî û biratiya gelan ên Tirkiyeyî bên ziyaretkirin û got, "Ev derdorên mijara gotinê, çawa ku xwedî li Şengal û Kobanê derketin, wê xwedî li HDP'ê jî derkevin."
Civîn bi dirûşma "Ji bo HDP'ê em nebin ê deng jê tê xwestin, em bibin ê deng dixwaze" bi dawî bû.