Li Saarbruckenê civîna bi mijara Rojava

Bi mijara bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Elmanya Saarbruckenê civîneke gel hat lidarxistin. Di civînê de ji bo meclîsek Rojava li Saarlandê bê damezrandin, komîteyek hat avakirin.

Bi mijara bûyer û qewimînên li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Elmanya Saarbruckenê civîneke gel hat lidarxistin. Di civînê de ji bo meclîsek Rojava li Saarlandê bê damezrandin, komîteyek hat avakirin.

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê bi beşdariyeke girseyî roja Yekşemê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civÎnek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, nûnerê PYD'ê yê li Ewropayê Zûhat Kobanê axivî.

'DIVÊ XEBAT BÊN XURTKIRIN'

Kobanê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa dawî ya Rojava û wiha axivî: "Gelê Kurd di rewşeke awarte re derbas dibe. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Dewletên herêmê ji bo berjewendiyên xwe lîstikên mezin li ser axa me dilîzin. Ji bo ku Kurd van lîstikan pûç bikin, divê xwedî li xaka xwe derkevin, xwe baş organîze bikin û xebatên xwe xurt bikin."

Zûhat Kobanê di dewama axaftina xwe de li ser girîngiya YPG û YPJ sekinî û got: "Ji bo ku em piştî sed salî wek Ermeniyan derî bi derî negerin û nebêjin di destpêka sedsala 21. de bi mîlyonan Kurd hatin kuştin, divê em li mafê xwe bigirin. Pêwîste xebat niha bê kirin. Ji bo parastina xwe xwedî li YPG û YPJ’ê derkevin. Divê hemû xort û keçên Kurd tevlî refên YPG û YPJ bibin. Yên derveyî welat dikarin di dîplomasiyê de cih bigirin pirsgireka Kurdan li cîhanê bidin nasandin. Mirovên me yên Ewropayê ne dikarin kolan kolan meş û civînan lidar bixin û pisgirêka Kurdan ji hemû cîhanê re vebêjin."

Kobanê di dawiya axaftina xwe de got, "Ez dikarim bi dilşadî bêjim ku projeya Serok Apo da pêşiya me îro ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê qebûlkirin û xweseriya demokratîk wek modelek ji bo Rojhilata Navîn tê pejirandin" û ev xal destnîşan kir: "Bê guman qebûlkirin piştî xebatên mezin û diplomasiya dûr û dirêj  pêk hat. Ew qebûlkirin bi saya YPG, YPJ û bi taybet jî di saya şehîdên me de hat qebûlkirin. Ji bo wê jî divê em xwedî  li şehîdên xwe derbikevin."

Piştî nirxandinan li Saarlandê ji bo Rojava xebat bên meşandin heft komîte hatin avakirin. Her komiteyek wê li  herêmek Saarlandê, xebatê bide meşandin. Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo meclisek bê avakirin, komîte bikevin nava hewldanekê. Tê payîn ku meclîs di demeke nêz de were avakirin.

...