Li Rojhilata Navîn metirsiya zêdebûna cezayê darvekirinê
Li Rojhilata Navîn metirsiya zêdebûna cezayê darvekirinê
Li Rojhilata Navîn metirsiya zêdebûna cezayê darvekirinê
Pêkanîna cezayê darvekirinê li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî vê di lîsteya welatên cezayê darvekirinê lê hene, Îran û Iraq piştî Çînê di rêzên yekemîn de ne. Ev rêje bi taybet li Iraqê pir bilind bûye. Li gorî vê di sala 2012 de li Iraqê 129 kes hatin darvekirin. Ev hejmar di sala 2011 de tenê 68 kes bûn. Li gorî rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî 56 Kurd hatin îdamkirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) rapora salane ya 2012 de ya cezayê darvekirinê aşkere kir. Li gorî lîsteya rêxistinê Çîn di warê pêkanîna vî cezayî de di rêza yekemîn de ye, piştî wê Îran, Iraq, Erebîstana Siûdî û DYA tên. Di nava van welatan de welatên weke Hindistan, Japonya, Pakîstan û Gambiya jî hene.
LI IRAQÊ RÊJEYA DARVEKIRINÊ BÛYE DU QAT
Rêxıstina Efûyê bi taybet balê dikişîne ser zêdebûna rêjeya li Iraqê û dibêe: “Bi taybet li Iraqê cezayê darvekirinê yê li Iraqê mirov dixe nava fikaran. Di sala 2012 de li Iraqê 129 kes hatin îdamkirin. Ev hejmar di sala 2011 de tenê 68 kes bûn.”
Li gorî rêxistina Efûyê pênç welatên ku herî zêde cezayê darvekirinê pêk tînin bi rêzê ve ev in: Çîn, Îran, Iraq, Erebîstana Siûdî, DYA û Yemen. Her wiha di nava vê lîsteyê de welatên weke Hindistan, Japonya, Pakîstan û Gambiya jî hene.
JI SEDÎ 99’Ê CEZAYÊ ÎDAMÊ PÊK TÎNIN
Rêxistina Efûya Navneteweyî ku ji bo rakirina cezayê darvekirinê li seranserê cîhanê têdikoşe, her çendî li Rohilata Navîn û bakûrê Efîrkayê îşaret bi pêşketinên erênî bike jî, lê yek ji pirsgirêkên dijwar û sereke li van herêman cezayê dardakirinê ye.
Li gorî raporê welatên herêmê ji sedî 99’ê cezayên darvekirinê pêk tînin. Li gorî vê Îran di rêza yekemîn de ye, piştî Iraq, Erebîstana Siûdî û Yemen tên.
ÇÎN HEJMARÊ VEDIŞÊRE
Li gorî rapora rêxistinê Çîn di warê birîna cezayê îdamê de û pêkanîna ceza de li seranserê cîhanê di rêza yekemîn de ye, lê hukûmeta Çînê hejmara kesên hatine îdamkirin vedişêre. Tê diyarkirin ku li Çînê bi hezaran kes hatine darvekirin.
Rêxistina Efûya Navneteweyî da zanîn ku xebat û têkoşîna wan a ji bo rakirina cezayê mirinê di sala 2012 de jî li seranserê cîhanê berdewam kir. Rêxistinê aşkere kir ku di sala par de li 21 welatan cezayê îdamê hatiye pêkanîn, ev hejmar di sala 2003 de 28 welat bûn. Welatên cezayê darvekirinê pêk tînin bi rêzê ve wiha ne: Çîn (1000+), Îran (314), Iraq (129), Erebîstana Siûdî (79), DYA (43), Yemen (28), Sûdan (19), Efxanîstan (14), Gambiya (9), Japonya (7), Teywan (6), Somalî (6), Filistîn (6, Xezze), Koreya Bakûr (6), Sûdana Başûr (5), Belarûs (3), Bostawa (2), Emîrên Yekbûyî yên Ereban (1), Pakistan (1), Hindistan (1), Bangladeş (1).
HEWLDANÊN JI BO RAKIRINA ÎDAMÊ
Li gorî rêxistina Efûyê di sala 2012 de herî kêm ji bilî Çînê 682 kes hatine îdamkirin û ev hejmar di sala beriya wê de jî 680 bû. Li gorî raporê, di sala 2012 de li 58 welatan 1722 kes bi cezayê îdamê hatine cezakirin. Ev hejmar sala beriya wê jî li 63 welatan 1923 ke bûn.
Di raporê de tê destnîşankirin ku têkoşîna li hemberî îdamê tê berdewamkirin. Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Salil Shetty diyar dike ku her çendî hêviyên wan şkestine jî, lê êdî li hin welatan êdî cezayê îdamê nemaye.
ÎRANÊ 56 KURD ÎDAM KIR
Rejîma Îranê ku di warê pêkanîna cezayê dardakirinê de di cîhanê de welatê duyemîn e, di sala 2012 de cezayê dardakirinê da 580 kesî û ji vana 77 Kurd in. Her wiha ji vana jî 56 kes hatin dardakirin. Ji van 21 kesên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birrîn, 9 kes ji dozên siyasî hatine girtin.