Li Rojavayê Kurdistanê ku li hemberî destkeftiyên kurdan hêzên derve û hundir di nava lîstik û hewldanên cur bi cur de ne, hinek hêzên kurd jî hewl didin ku li şuna avakirina yekîtiyê, ji bo pêngava hatiye avêtin jî xirab bikin û bi hêzên serdest re bikevin têkiliyê. Her çendî Desteya Bilind a Kurdan ji bo konferansa muxalîfan a li Qeterê nehat vexwendin, lê Mesûd Barzanî û hin rayedarên hin partiyên Kurd tevlî vê konferansê bûn. Ji ber vê jî çûyina Barzanî û nunerên hin partiyên Kurd bûn mijara rexneyan.
Li Rojavayê Kurdistanê, piştî ku gel di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de rêveberiyên bajaran girtin destê xwe, her wiha sazî û dezgehên xwe avakirin û ji bo yekîtiyê jî pêngavên girîng avêtin, dek û dolabên hêzên derve û hundir ên li dijî îradeya gelê kurd jî zêde dibin. Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku heta niha ji aliyê tu hêzan ve nedihatin qebûlkirin û gelek caran li rastî komkujiyan hatin, bi bedelên mezin destkeftiyên xwe yên îro bi dest xistin. Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê jî, bi siyaseta xwe ya xweser ku girêdayî tu aliyan nîn e, bû rojeva hemû cîhanê û êdî hemû kes neçar ma ku li ber çavan bigirin. Gelên li Rojavayê Kurdistanê belkî jî cara yekemîn bûne xwedî îrade û bi reng û dengên xwe bûne hêzek. Di warê yekîtiyê de di 11’ê tîrmeha sala 2012’an de li ser hewldanên hinek partiyên kurd Desteya Bilind a Kurd ku ji hemû partiyên Rojava pêk tê, hate avakirin. Ev deste ji aliyê gel ve jî wekî îrade hate qebûlkirin. Li gorî peymana desteyê hemû xebatên dîplomasiyê, her wiha xebatên civakî, ji aliyê vê desteyê ve tên rêvebirin.
LÎSTIKAN DEST PÊ KIR
Li aliyekê ev geşedan çêdibin, li aliyê din hêzên ku xwe li vê yekê ranegirtin, wekî her carê dîsa ketin nava dek û dolaban. Ji bo îradeyek dernekeve holê, hemû rê ji xwe re rewa dîtin. Destpêkê tehdîdan xwestin îradeyê bişkînin, piştre hewldanên rasterast mudaxelekirinê pêk anîn. Tirkiyeyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kirin. Dîsa xwestin di nava kurdan de dijminahiyê derxînin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiya herî mezin a Rojava ye, wekî ku têkiliya wê bi rejîma Baasê re heye, hate nîşandan. Lê piştî ev plan biser neket, vê carê xwestin bi riya Artêşa Azad êrîşî nirx û destkeftiyên kurdan bikin. Lê hem aliyê kurd hem jî Artêşa Azad, bi daxuyaniyan diyar kirin ku ew li hemberî hev rêzdar in û alîkariya hev dikin. Piştî ku ev plan jî biser neket, van hêzên tarî hinek partî û derdorên kurd xistin dewreyê. Êrîşên komên çete yên li Helebê û Efrînê ku di nav de hinek derdorên kurd jî hene, wekî mînaka vê yekê hate nîşandan.
PARTIYÊN DI NAVA DESTEYÊ DE XISTIN DEWREYÊ
Li aliyê din, hewldanên hêzên serdest û tarî yên ji bo têkbirina yekîtiya kurdan li hundir jî bênavber dom kirin. Wekî tê zanîn, di 11’ê tîrmehê de Desteya Bilind hate avakirin û wekî îrade hate nîşandan. Li gorî vê peymanê diviyabû hemû hewldanên dîplomasiyê bi riya desteyê çêbibana. Lê piştî demeke kurt, li Hewlêrê hinek partiyên kurd ku di nava desteyê de jî cîh digirin, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtinek pêk anîn. Dîsa belgeyek Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ku li dijî destkeftiyên kurdan hatiye amadekirin û tê xwestin PDK bê bibandorkirin, derket holê. Dîsa Serokê El Partî Evdilhekîm Beşar li paytexta Îngilîstanê Londonê bi rayedarên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî. Ev hewldanên gelek hatin rexnekirin û gel nerazîbûn nîşan da, li ser vê yekê jî van derdoran îdîa kirin ku ev hevdîtin di encama hewldanên takekesî de çêbûne. Piştî demek kurt, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban ê Sûriyeyê El Exder Îbrahîmî xwest bi PYD’ê re hevdîtinê çêbike, lê rayedarên PYD’ê Desteya Bilind wekî îradeya xwe nîşan dan û hevdîtin pêk neanî. Lê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd ku di Desteya Bilind de tê temsîlkirin, li gorî serê xwe çûn Şamê û bi Îbrahîmî re runiştin.
CIVÎNA VEŞARTÎ
Piştî vê yekê vê carê belgeyek veşartî di hinek weşanên çapemeniyê de hate weşandin û dihat gotin ku li Hewlêrê bi beşdariya rayedarên Tirkiye, Amerîka, Îsraîl û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek veşartî hatiye lidarxistin. Li gorî belgeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê planek hatibû amadekirin. Di vê çarçoveyê de dê li dijî PYD’ê xebat bihatana meşandin. Piştî vê civînê, li Rojavayê Kurdistanê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd, li dijî PYD’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê kampanyayên reşkirinê dan destpêkirin. Bi vê mebestê li Kobanê meşek jî hate lidarxistin. Dîsa biryarên Desteya Bilind nehatin guhdarkirin. Di êrîşên Li Efrînê de jî navê Partiya Azadî hate bilêvkirin. Her wiha hate gotin ku Endamek Encumenî Niştimanî bi komên çekdar re runiştiye.
BARZANÎ PÊŞÎ BANGA YEKÎTIYÊ KIR LÊ PIŞTRE BIXWE ÇÛ...
Piştî van aloziyan, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran kes daketin kolanan û îradeya xwe nîşan da. Desteya Bilind a Kurd civînek jî awarte li dar xist û rexne li Encumenî Niştimanî hate kirin û xwest helwesta xwe zelal bike. Dîsa Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê lihev civiyan û rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Di vê civînê de ji bo avakirina meclîsek giştî guftugo jî hatin kirin.
Di demeke ku nirxandinên, “belkî ji bo yekîtiyê pêngavên baş bêne avêtin” dihatin kirin de, li Başurê Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di 4’ê mijdarê de bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku bibin yek û nebin amûrên dijminên xwe. Lê heman Barzanî piştî 3 rojan bi rayedarên 3 partiyên kurd ên Rojava, ango bi rayedarên El Partî, Yekîtî û Azadî çû paytexta Qeterê Dewhayê û tevlî civîna Meclîsa Muxalefeta Sûriyeyê ya ku Desteya Bilind a Kurdan nehatibû vexwendin, bûn. Di vê civîna ku li ser banga Amerîkayê pêk hat û tê xwestin konseyek demkî ya Sûriyeyê bê avakirin de, Barzanî û rayedarên van partiyan jî, xwestin li ser navê kurdan bikevin konseyê.
Ev hewldanên hanê hemû li aliyekê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê gel bi awayekî tund tên şermezarkirin, li aliyê din jî pirsa, “Li Rojavayê Kurdistanê kî li pêşiya yekîtiyê dibe asteng?” tîne hişê mirovan.