Li Rojavayê Kurdistanê avakirina meclisên gel didome

Li Rojavayê Kurdistanê avakirina meclisên gel didome

Li gundên derdora Hesekê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) civîna gel ji bo avakirina meclisên xweser li darxist.

Civîna gel li gundê Berzan ya bi ser Bajarê Hesekê ve pêk hat. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre Endamê Meclisa PYD'ê Şêxmûs Ehmed li ser rewşa dawî ya li Serêkaniyê û Rojavayê Kurdistanê axivî. Ehmed destnîşankir ku, erkê her kesiye ku di van deman de xwe birêxistin bike, da em karibin kesên ku tevlîheviyan dikin vala derxin. Ji bo wê Ehmed bang li şîniyên Gundan kir bi girseyî tevlî meclisa bibin.

Piştre Sebrî Efrîn Endamê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) li ser xweseriya demokratîk û rola meclisan di rêvebiriya civakê de axivî.

Di dawiyê de mecliseke hevbeş ji 33'ê kesî hate hilbijartin. Meclisa ku hate hilbijartin wê bi karê Gundên bakûrê Hesekê ku piraniya şîniyên wan kurdên Êzidî û Erebin ve xerîk bibin.