Li Rojava û Sûriyeyê bûyerên windabûnê zêde dibin

Li Rojava û Sûriyeyê bûyerên windabûnê zêde dibin

Ciwanên bi navê Fêsel Salih Dahir ê ji Helebê  û Xelîl Mihemed Mistefa yê ji Efrînê windan e. Her wiha keça bi navê Sozdar Seyid Bîlal a 23 salî jî li Şamê winda bû.

Malbata Ciwanê bi navê Fêsel Selah Dahir diyar kirin ku kurê wan ji 15'ê Adarê ve ji mala xwe ya Taxa Şêxmeqsûd Merûf a Helebê derketiye û ji wê demê de malbat tu agahî jê nagre. Malbata Fêsel bang kir ger ku kesekî agahî li ser Fêsel hebe wan bi van telefonan xeberdar bikin. TEL:0932642457- 0932962313

Li aliyeke din malbata Xelîl Mihemed Mistefa diyar kir ku kurê wan ji 3'ê Adarê ve ji Navçeya Basûtê ya Efrîn çûye Helebê, malbata Mistefa da zanîn piştî lêgerînê hate hînbûn ku Mistefa dema dixwest ji Helebê vegere, li çerxeriyê ji aliyê komekê ve tê revandin.

Malbatê bang li kesên ku agahî li ser Mistefa hebin wan li ser vê reqema Telefonê xeberdar bikin. TEL: 0932569851.  Xelîl Mihemed Mistefa ji gundê Xelik ya navçeya Bilbila Efrînê ye.

Li paytexta Sûriyeyê Şamê, keça ciwan a kurd Sozdar Seyîd Bîlal duh saet di 12.00'an de ji mala xwe ya li Taxa Rukneldîn derket û diçû sûka taxê nema zîvirî malê. Sozdar Bîlal a (23) ji gundê Xolyo ya Efrînê ye, li taxa Rukneldîn a Şamê tevî malbata xwe rûdinişt. Malbata Sozdar li hemû nexweşxane û qereqolên bajêr geriya, lê malbatê tu agahî bidest nexist.

Malbata Sozdar bangkir ku kesek li ser rewşa keça wan agahdarbe bi rêya van reqemên telefonê wan xeberdar bike. TEL: 0932894277 / 2723075