Li Rojava tabûra enternasyonalîst hat avakirin

Tabûra bi navê ˮTabûra Azad a Enternasyonalîst ˮ bi armanca parastina hemû pêkhateyên Rojava û hemû Rojhilata Navîn, her wiha şerê li dijî desthilatdaran û çeteyên DAIŞ’ê hate avakirin.

Tabûra bi navê ˮTabûra Azad a Enternasyonalîst ˮ bi armanca parastina hemû pêkhateyên Rojava û hemû Rojhilata Navîn, her wiha şerê li dijî desthilatdaran û çeteyên DAIŞ’ê hate avakirin.

Îro li Serêkaniyê ˮTabûra Azad a Enternasyonalîst ˮ bi armanca parastina hemû pêkhateyên Rojava û herêma Rojhilata Navîn, her wiha piştgiriya pêngava Fermandar Rûbar ku di 6’ê Gulanê li Kantona Cizîrê de destpê kir bi merasîmekê hate îlankirin.

Endamên tabûra nû hate avakirin ji endamên partiya Marksîst  Lenînîst, Partiya Komunîst a Tirkiye- Marksîst Lenînîst, hêzên hevbeş ên ku ji Çerkes, Yewnanî, Tirk, Elman û Ermen jî cihê xwe di nav de digirin.

...