Li Rojavayê Kurdistanê malbatên ku zarokên wan di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ne û ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin zarokên xwe û banga “wijdanê” li hemû derdoran kirin.
Çalakî û piştgiriyên ji bo girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di 12’ê îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parastina bi zimanê kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorgveger kiribûn, her ku diçe zêde dibe. Li Rojavayê Kurdistanê jî gel bi meş û grevên birçîbûnê piştgiriya xwe nîşan dide. Malbatên ku zarokên wan di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ne û ketine greva birçîbûnê jî, banga “wijdanê” li hemû derdoran kirin.
Li bajarê Amudê, malbata girtiyê bi navê Dijwar Onder ku ev 22 sale girtiye û niha li Girtîgeha Sêrtê dimîne, piştgiriya xwe anî ziman. Dayika Onder Fexriye Heto ku li gundê Sincaq Sadun ê girêdayî Amudê rudinin, diyar kir ku derfetên wan zêde nîn in ku bi kurê xwe re têkiliyê deynin, lewre agahiya wan jî zêde tune ye. Fexriye Heto, anî ziman ji ber vê yekê ew bi fikarin û wiha dom kir: “Kurê min ev 22 sal e girtî ye. Ketiye greva birçîbûnê. Em ji hikûmeta Tirkiyeyê dipirsin; ka wijdana we li ku ye? Niha jî 10 hezar girtî di grevê de ne. Hinek ji wan li ber mirinê ne.”
Heto, destnîşan kir ku Tirkiye îdîa dike ku welatekî demokrat e û pirsa, “Niha dipirsim ka demokrasiya wan” kir. Heto, ev tişt anîn ziman: “Girtî dê niha jiyana xwe ji dest bidin, lê heta niha tu kesî tiştek nekiriye. Berpirsyariya mirinan dê ji bilî Tirkiyeyê, Yekîtiya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên ku heta niha bêdeng in bin.”
Heto, got ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in û ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidinê.
Kurapê girtiyê bi navê Serbest Mele Saît ku ev 25 sal e di girtîgehê de ye Şerif Heci Hisên jî, destnîşan kir ku ewê heta dawiyê piştgiriyê bidin girtiyan. Hisên, bang li hemû partî, saziyên mafên mirovan û gel kir ku li hemberî daxwazên girtiyan bihîstiyar bin û pêkutiyê bidin ser dewleta Tirk ku pêngavan biavêjin.