Li Rojava banga li dijî qedexeya perwerdeya bi zimanê dayîkê

Li Rojava banga li dijî qedexeya perwerdeya bi zimanê dayîkê

Desteya Bilind a Kurd, li hemberî biryara Midûriyeta Perwerdehiyê ya Hesekê ku ji ber perwerdehiya bi zimanê kurdî hinek dibistan girtin û nehişt perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn, nerazîbûn nîşan da û bang têkoşînê li gel kir.

Desteya Bilind a Kurd a Rojavayê Kurdistanê, di civîna xwe ya asayî de, ji bilî rojevên xwe yên din, li ser mijara perwerdehiyê û biryara Midûriyeta Perwerdehiyê ya bajarê Hesekê ku nehişt perwerdehî bi zimanê kurdî bê dayîn û ji ber vê jî hinek dibistan girtin, rawestiya.

Di encama civînê de hate destnîşankirin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî mirovî û xwezayî ye, herwiha ev bi peymanên navnetewî hatiye mîsogerkirin, lewre jî bi tu awayî nayê astengkirin. Desteyê herwiha diyar kir ku ew ê wekî îradeya gelê kurd vê mijarê bişopînin û ji bo ku daxwazên gel bicîh bînin, dê heta dawiyê têbikoşe.

Di encama civînê de bang li hemû gelên li Suriyeyê jî hate kirin ku li dijî vê biryar û helwesta qedexekar nerazîbûnê nîşan bidin û mafê perwerdehiyê yê şagirtên kurd biparêzin.