Li Roboskiya 34 Kurd hatin qetilkirin, 2 kes hatin binçavkirin

Li Roboskiya 34 Kurd hatin qetilkirin, 2 kes hatin binçavkirin

Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê serê sibê leşkeran di ser malan de girt û di serdegirtinan de 2 kes hatin binçavkirin. Li bajaroka Sêgirkê jî kesê hatibû binçavkirin hate girtin.

Yekîneyên leşkeran serê sibê li gundê Roboskiyê yê Qilabanê di ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Kerem Encu û Cewher Ongor hatin binçavkirin û li malan lêgerînekî dijwar hate kirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan ya Qilabanê.

Li gundê Roboskiyê di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebaran balefirên şer yên artêşa Tirk de 34 Kurd hatibûn qetilkirin. Di 7'ê mijdara 2012'yan de Fîkret Encu jî bi îdîaya "Ji rêxistinê re endam qezenc kirin" hatibû girtin.

LI SÊGIRKÊ KESEK HATE GIRTIN

Li bajaroka Sêgirkê ya Qilabanê jî duh di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Yahya Bulut hatibû binçavkirin. Bulut serê sibê sewqî dozgeriyê hate kirin bi hinceta biryara girtîna wî ya ji ber dozekî din hebû hate girtin.