Li Rihayê mirina bigûman ya leşker

Li Rihayê mirina bigûman ya leşker

Hate îdîakirin ku, Emrah Yalçin yê 21 salî ku li Fermandariya Cendirmeyan ya Bajarê Rihayê leşkertî dikir, di qulîba nobetê de bi tifengê xwe întîhar kiriye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer şeva din li Fermandariya Cendirmeyan ya Bajar rû daye. Hate îdîakirin ku, şevê dema leşker Emrah Yalçin yê ji Semsûrê di qulîba nobetê de erkdarbû tifeng dirêjî erzinga xwe kiriye û înthar kiriye.

Leşker Emrah Yalçin ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Rihayê, lê rizgar nekirin û mir.