Li Rihayê meşa ji Ocalan re Azadî

Li Rihayê bi armanca "azadiya Ocalan û girtiyên nexweş" meş hat lidarxistin û bi hezaran kesan xwest ku tevî Ocalan û girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

Li Rihayê bi armanca "azadiya Ocalan û girtiyên nexweş" meş hat lidarxistin û bi hezaran kesan xwest ku tevî Ocalan û girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Rihayê bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî û ji girtiyên nexweş re azadî" meş li dar xist. Bi hezaran welatiyên li Parqa Allî Şellî hatin cem hev bi pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e", "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye", "Em bi felsefeya Rêber Apo ber bi ronahiyê ve dimeşin" û "Bi ciwanên rêxistin be bi serokê azad ve" dest bi meşê kirin.

Parlementerên HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî, hevserokên DBP û HDP'ê, ÎHD, HODER û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav, ", "Bê serok jiyan nabe" û "YPG/YPJ lêdixe erd û ezman diheje" hatin gotin. Meş li ber Kargeha Ahmet Bahçivan bi dawî bû. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û diyar kir ku paradîgamaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê ji Kurdistanê re na ji hemû cîhanê re bûye hêviya ronahiyê.

Ozbîngol da zanîn ku di şexstê Ocalan de hemû lêgerînên azadî û daxwazên demokratîk ên gelan hatin girtin û wiha got: "Ocalan bi berxwedana gelê kurd û dostên wan komplo vala derxist. Ocalan 16 salin ji bo çareseriya demokratîk kedê dide. Ji bo xwîn nerijê vîna xwe danî holê. Gel li pey wî rawestiyaye. Bi paradîgmaya wî li Kobanê, Kerkuk, Mexmur û Şengalê berxwedanên bêhempa pêk hatin."

BILA HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ SERBEST BÊN BERDAN

Ozbîngol da zanîn ku temînata azadî û aştiya civakî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Ocalan derxist holê û wiha pêde çû: "Di sala 2005'an de ji bo Ocalan 3 mîlyon û nîv îmza hatin komkirin û bi vê yekê rêbertiya gel hate pejirandin. Di sala 2015'an de jî bi 10 mîlyonan hatiye tacîkirin.Divê ev vîn bê dîtin." Ozbîngol bilêv kir ku divê di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan û wiha got: "Girtina Ocalan girtina me ye."