Li Riha û Dîlokê 14 kes hatin binçavkirin
Li Riha û Dîlokê di operasyonên qirkirina siyasî de 14 kes hatin binçavkirin.
Li Riha û Dîlokê di operasyonên qirkirina siyasî de 14 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP û Qesrê tên meşandin, dewam dikin.
RIHA
Li navçeya Wêranşar a Rihayê, duh bi şev di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin. Çeteyên Qesrê duh bi hemwextî avêtin ser malên li taxên Şirnex, Cûmhûriyet, Hurriyet û gelek taxên din. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Ramazan Şengel, Mazlûm Suer, Emrullah Aris, Abdûlazîz Dakak, Ahmet Çelîk, Şahîn Dogan, Çetîn Ekîncî, Faysal Dînek û 2 welatiyên berasteng ên bi navên Îbrahîm Çiftçî û Azîz Kanar binçavkirin. 10 welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, şandin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
DÎLOK
Li navçeya Bêlqis a Dîlokê jî, polîsan avêtin ser kargeh û malên rêveberên HDP û DBP'yî. Di encama serdegirtinan de Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Songul Taydaş, Rêveberên HDP'ê yê Navçeyê Yasîn Arslan, Rêveberê DBP'ê yê Bêlqisê Mûharrem Polat û kekê Polat Cemîl Polat hatin binçavkirin. Siyasetmedarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.