Li Pirsûs û Bursayê di çalakiyên 30'ê Cotmehê de 16 kesên hatin binçavkirin jê 10 kes hatin girtin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiya ku ji aliyê BDP'ê ve bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ku 54 rojin berdewam dike di 30'ê cotmehê de hate lidarxistin, 10 kes hatin binçakvirin. Ji 10 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin. Kesên hatin binçavkirin ev in: Ali Kenderici, Omer Bargu, Emrah Vanli, Metin Şeyli Cebrail Zirik. 5 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Rihayê.
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê jî ji 6 kesên bi heman armance daketin kolanan û hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin ev in: Kader Sakli, Siracettin Kuş, Hamdullah Yildirak, Mahmut Yavuz û Hamdullah Acar.