Li Rezanê damezirandina PKK’ê hate pîroz kirin

Li Rezanê damezirandina PKK’ê hate pîroz kirin

Li navçeya Rezan ya Amedê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi dîlan û tîlîliyan hate pîroz kirin.

Li ser banga Înîsiyatîfa Gel ya Amedê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li Parka Kaynartepe ya Rezanê hate pîroz kirin.

Di şahiya ku hunermendên herêmî derketin ser dike, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zeynep Kinaci û Heqî Karer, her wiha pankartên “Me bi PKK’ê destpê kir, em dê bi PKK’ê serbixin”, “Ji Rêber Apo aha niha azadî, ji Kurdistanê re xwesertiya demokratîk aha niha” nivîsî hatin vekirin.

Di şahiya ku bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin avêtin, girseya ku li derdora agirê pêxistin dîlan girêdan û 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bifîşekên hewayî pîroz kir.

Ber bi dawiya şahiyê ve polîs bi wesayîtên bi navê “Akrep” hatin cihê şahiyê û bi anonsê kirî xwest girseyê provoke bike. Piştî ku girse belavbû, balkêş bû ku polîsan demek dirêj bi fenerên dest li kolana digeriyan.