Li Gundê Tutme yê girêdayî bajarokê Jarawe yê ser bi navçeya Ranyayê bi armanca piştgiriya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin çalakî pêkanîn.
Bi amedebûna rûniştvanên gund piştgirî jibo çalakiya birçîbûnê hat nîşakirin û mamosta Hemze Ebdullah Îbrahîm axaftinek kir û wiha got: “Em weke gelê devera Mengurayetî li Binarî Qendîl bi armanca piştgirî dayîna li xwîşk û birayên me yên li zindanên Tirk wekî erkekê netewî, mirovahî û olî ji xwe re dibînin kû ev 58 rojin ji 1000 çalakgeran zêdetir ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kû ‘kilîla çareseriyê ya her çar parçên Kurdistanê ye’dest bi greva birçîbûnê kirine.”
Em dibînîn kû rewşa piraniya çalekgeran di metirsiyê de ye û pêvajoya mirinê nêzîk bûye. Em jî îro wekî Kurdekê welatparêz piştgiriya xwe jibo wan xwîşk û birayên xwe yên di nava berxwedanê de ne didin nîşakirin. Her wiha em dibêjin “yekitî û berxwedan” rêya herî nêzîk ya azadiya gelê Kurde. pîroz bi vînek mezin.
Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên siyasî û civakî hat kirin ku, pêwîste Konferansa Netewî ya Kurd were çêkirin û yekitiya xwe ya netewî bihêz bike.