Li Qoserê pevçûn: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Qoserê pevçûn: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Qoserê pevçûn: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, di encama pevçûnekê de welatiyekî bi navê Necmettîn Artopal jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Mêrdîn Qoserê li taxa Tepebaşi, Seîd Dundar û Necmettîn Artopal nîqaş kiririn û bûyer piştî demekê veguherî pevçûna bi çekan. Di encamê de Artopal bi çekê giran birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Necmedîn Artopal li vê derê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku pevçûn ji ber pirsgirêkên berê yên navbera wan de derketiye. Her weha hat hînbûn ku di dema pevçûnê de fîşeka ji çeka Dundar derket pengizî û welatiyekî bi navê Ogûz Ozbîlen jî ji milê wî birîndar kir.