Li Qoserê bi dehan leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya li hember Şaxa Leşeriyê ya li navçeya Qoserê de bi dehan leşker hatin kuştin û 25 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya li hember Şaxa Leşeriyê ya li navçeya Qoserê de bi dehan leşker hatin kuştin û 25 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya li hember Şaxa Leşeriyê ya li navçeya Qoserê de bi dehan leşker hatin kuştin û 25 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bi hatina mehên Biharê re hêzên gerîla li hember qetlîamên artêşa Tirk a faşîst û dagirker li navçeya Qoser a Mêrdînê çalakiyeke berfireh li dar xistine.
LI QOSERÊ BI DEHAN LEŞKER HATIN KUŞTIN, 25 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛN
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “1’ê Nisanê saet 23:40’an hêzên me yên gerîla li hember Şaxa Leşkeriyê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê çalakiyeke berfireh a bi wesayîtek bombarkirî ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de avahî û 3 nuqteyên nobedê hatin hilweşandin, li gorî agahiyên ketin destên me nêzî 30 ambûlansan ji bo mirî û birîndaran ji cihê bûyerê rakin hatin. Mirî û birîndar xwe rakirin Nexweşxaneyên Qoser, Mêrdîn , Amedê û artêşa TC nexweşxaneya Qoserê vala kiriye. Di vê çalakiyê de bi dehan leşker hatin kuştin û 25 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê yên li bajarên Kurdistanê şehîd ketine li hember artêşa TC hatiye lidarxistin.
LI HEMBER TABÛRA GIRÊ COTYAR 2 ÇALAKIYÊN SEKVANIYÊ
3’yê Nîsanê saet 13:30’an hêzên gerîlayên me li hember Tabûra Girê Cotyar 2 çalakiyên sekvaniyê li dar xistine û 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên derdora herêma Gabarê qada çalakiyê bi obus û hewanan bomberdûman kiriye.
LI GUNDÊ TILEDAX Ê LÎCÊYÊ LI HEMBER ÇEPERÊN LEŞKERAN ÇALAKIYA BI ROKETAVEJAN
2’yê Nîsanê li gundê Tiledaxê yê navçeya Lîcê ya Amedê saet 18.00’an hêzên me li hember çeperên leşkerên Tirk bi roketavêjan û çekên ferdî çalakiyeke li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker birîndar bûne û arteşa Tirk birîndarê xwe bi wesayîtên zirxi ji qadê derxistine. Piştî çalakiyê hêzên arteşa Tirk qada Sirtê Dizênê daye ber hawan û obûsan.
LI GUNDÊ QILEDANÊ LI HEMBER ÇEPERÊN LEŞKERÊN TIRK ÇALAKÎ
1’ê Nîsanê li gundê Qiledan ê li ser Rêya Amed-Çewlikê ji aliyê hêzên me ve li dijî çeperên leşkerên Tirk çalake hate lidarxistin. Têkildarî kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Piştî çalakiyê leşkerên Tirk qada çalakiyê bombebaran kirin.
LI BEDLÎSÊ ŞER
1’ê Nisanê li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê di navbera hêzên me û artêşa Tirk de şer pêk hatiye. Di vî şerî de 4 leşker û cerdevanek hatine kuştin. Piştî şer helîkopterên Kobra qada şer gulebaran kirin. Ji ber vê gulebaranê 3 hevalên me şehîd bûne. Nasnameyên hevalê me wê di demê pêş de bi raya giştî re were parvekirin.
LI HATAY/ SERÎNYOLÊ ŞER
1’ê Nîsanê dema gerîlayên me li navçeya Serînyol a Hatayê li der dora Şantiyeya Mûratoglû diçin wezîfeyê bi artêşa Tirk re rû bi rû tên û li vir şer derdikeve. Di şerê ku 2 saetan berdewam kir de gerîlayekî me jiyana xwe ji dest da. Nasnameya hevalê me wê di demê pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.”