Li Qilabanê tankek hate rûxandin

Li Qilabanê tankek hate rûxandin

Gêrîlayên HPG’ê li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî hêza operasyonê çalakî pêkanî û di çalakiyê de 3 çeper û tankek rûxandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya li djî yekîneyên leşkara yên li Navçeya Qilabana Şirnexê bicih bûyîn agahî dan. HPG-NÇR’ê ragihand ku, “Di çalakiyê de 3 çeper û tankek hatine rûxandin. Mirî û birîndarên dijmin yên di çalakiyê de nehatine zelal kirin. Piştî çalakiyê bi armanca mudaxeleyê balefirên kobra hatin herêmê, di navbera gêrîlayên me û helîkopterên kobra de qasî nîv demjimêrê pevçûn derket. Piştî pevçûnê helîkopterên kobra neçarman paşde biçin.”