Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Qilabana Şirnexê the li dar xistin de 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir roja 1’ê mijdarê li Qilabanê sê leşker hatin kuştin.
HPG-NÇR got; “Di 1’ê Mijdarê de di saet 09.30’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker ên li girê Çetan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Di heman herêmê de di saet 11.50’an de çalakiyeke din hatiye lidarxistin de leşkerek hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.
Di 2’ê Mijdarê de di saet 06.30’an de li dijî heman herêmê çalakiyeke din hatiye lidarxistin di encama vê çalakiyê de jî leşkereke dijmin hatiye kuştin .Piştî van çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Dijmin kuştî û birîndarê bi helîkopterên skorskyan ji heremê dûr xistine.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku 31’ê Cotmehê di saet 16.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên “dijmin” ê li herêma Sinahtê ji aliyê “gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de tankek derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR diyar ki rku 1’ê Mijdarê di navbera saet 19.00-22.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girên Garê, Konserve, Genîş, Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin û got; “Di 2’ê Mijdarê de di navbera saet 00.00-00.30’an de li dijî Gundê Ermûşê jî bi balefirên şer hatiye bombekirin.”