Di encama du çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Qilaban a Şirnexê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) da zanîn ku di encama du çalakiyên gerîlayan ên li navçeya Qilabana a Şirnexê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.
HPG-NÇR’ê diyar kir ku 4’ê Mijdarê di saet 09.00 û 14.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girên Çetan bi cîh bûye ji aliyê gerîlayan ve du çalakî hatine lidarxistin û got: “Di encama her du çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora cihê çalakiyê bi çekên giran bê ser û ber gulle hatiye reşandin. Artêşa dagirker a tirk di saet 16.30’an de kuştiyên xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”
HPG-NÇR’ê da zanîn ku 5’ê Mijdarê di saet 03.00’an de li Şirnexê li dijî Girê Hirmo yê bi ser Cûdiyêye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û got; “Di saet 06.00’an de jî bi piştgiriya helîkopterên kobrayan li dijî Girê Hirmo, Suwara Bîra, Ser Dahlê û Çirçirokê operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin. “