Li Qerqelî ji ber qidûzê taxek kirin bin karantiyê
Li navçeya Qerqelî ya Wanê piştî derket holê ku kûçikê, Azad Ozener ê 9 salî gez kir, qidûz e Taxa Sagmali kirin bin karantiyê.
Li navçeya Qerqelî ya Wanê piştî derket holê ku kûçikê, Azad Ozener ê 9 salî gez kir, qidûz e Taxa Sagmali kirin bin karantiyê.
Li navçeya Qerqelî ya Wanê piştî derket holê ku kûçikê Azad Ozener ê 9 salî gez kir, qidûz e Taxa Sagmali kirin bin karantiyê.
Li Taxa Sagmali ya 29 kîlometreyan ji navçeya Qerqelî dûr e, berî niha bi 10 rojan kûçikekî, Azad Ozener ê 9 salî ku li ber mala xwe dilîst gez kir. Piştî 5 rojan Ozener ê bi sedema agirê wî derdikeve û vedirşe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qerqelî. Li nexweşxaneyê ku rewşa Azad Ozener giran bû, sewqî Navenda Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ya Dûrsûn Odabaşi hat kirin. Li vir ku tedawiyên pêwîst hatin kirin, mînakên ji kûçik hatin girtin, şandin Enstîtuya Lêgerînê ya Veterîneriya ya Elezîzê.
Di mînakan de derket holê ku kûçik qidûz e. li ser vê yekê ekîbên ji Midûriyeta Xurek Çandinî û Sewalvaniyê ketin nav tevgerê. Di taxê de tabeleya karantîna hat daliqandin, kûçik yek bi yek hatin aşîkirin. Di hoparlora mizgefta taxê de hat xwestin ku welatî kûçikên xwe aşî bikin û rewşên bi guman ragihînin rayedaran. Her wiha ketina sewalan a taxê jî hat qedexekirin.