66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qendîlê ji aliyê hezaran kesî ve hat pîrozkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
QENDÎL
şemî, 4 avrêlê 2015, 13:43
Di axaftinên ku di pîrozbahiyê de hat kirin, bal kişandin ser rola Ocalan a di qezencên Kurdan û jinan de û wiha hat gotin: “Rojbûna Ocalan, rojbûna mirovahiya ku azadiyê dixwaze ye jî.”
Pîrozbahiya ji aliyê RJAK (Rekxirawî Jinanî Azadî Kurdistan) ve hat organîzekirin, ji çar parçeyên Kurdistanê gelek kes bi cil û bergên xwe yên rengîn beşdar bûn.
ROJBÛNA KURDÊN AZAD Û MIROVAHIYÊ YE
Di bernameya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, li ser navê Komîteya Amadekar Xelat Agirî axivî û 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Agirî got ku bila 4’ê Nîsanê li mîmarê azadî û demokrasiyê Rêber Apo, dayikên şehîdan, rêhevalên li Kerkuk, Şengal û Rojava li ber xwe didin pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna Kurdên Azad e. Rojbûna hemû mirovahiya ku azadiyê dixwaze ye.”
Agirî bal kişand ser têkoşîna ku Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî dimeşîne û got: “Rojbûna Rêber Apo, ji bo gelê Kurdistanê navê jiyana nû ye. Bi vê jiyana ku nû hatiye hûnandin re, nasnameya Kurd a hatibû parçekirin jî êdî di bin sîwaneyeke hevbeş de tê cem hev.”
JI JINAN RE BÛ RÊBER
Di peyama RJAK’ê ya di bernameyê de hat xwendin de wiha hate gotin: “Jinên Kurd bihara xwe bi rojbûna Rêber Apo re pêşwazî dikin. Em azadiya jinê, azadiya Kurdistanê pêşwazî dikin. 4’ê Nîsanê li ser navê gelê Kurd û mirovahiyê tê pîrozkirin. Rojbûna Ocalan rojbûna azadiya mirovahî û jinan e. Rêbertî ne tenê di vê demê de, her demê di nava lêgerîna jiyanek azad de bû. Ji bo vê her tim di rêya heqîqetê de ji bo me jinan bû rêber. Bû çavkaniya jiyana jinan û diyar kir ku heta ev çavkanî azad nebe civak jî azad nabe. Ger îro jinên Kurd karibin qedera xwe diyar bikin, ev bi saya têkoşîna mezin a Rêber Apo ye.
Di pîrozbahiyê de Koma Zarokên Qendîl Koma Sonya, hunermend Zubeyîr Biradostî, Zîkrî Zîrek, Rizgar Misteva, Koman Penaber a Mexmûrê, Dîlo Dogan, Hemîd Diyana, Mistefa Serdeştî derketin ser dİkê û stranên xwe ji bo Ocalan striyan. Gel li ber stranan govend gerand û dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Başûr, Bakur, Rojhilat Apo rêberê welat"’ hat berzkirin.
JI BO PIRTÛKÊN OCALAN Û CELALIYAN STAND
Standa ku pirtûkên Ocalan lê bûn eleqeyek mezin dît. KJA’ê standa di Newrozê de ji bo Zeynep Celaliyan jî li vir jî vekir û bi sedan îmze kom kirin.