Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Qelqeliya Wanê de herî kêm leşkerek hate kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê çalakiyê de ev agahî da: “Di 4’ê Mijdarê de li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî leşkerên li girê Aksipiyê yê ewlekariya Qereqola Axûkê digirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.”