Li Qeladizê bi beşdarbûna 15 rêkxistinên siyasî û sivîl ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, xwepêşandek bi heybet hate li darxistin.
Bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û di roja 58’an de didome, her ku diçe pêla nerazîbûna li hember bêdengiya dewleta Tirk li parçeyên Kurdistanê yên din jî bilind dibe. Li qezaya Qeladizê ya ser bajarê Hewlêrê ve xwepêşandanek bi heybet ya bi beşdarbûna 15 rêxistinên sivîl û siyasî pêkhat.
Xwepêşandan li ber navenda ciwanan destpêkir heya ber parka giştî ya qezayê dom kir. Li vê derê daxuyaniyek hat xwendin, di daxuyaniyê de ji Serokatiya Herêmê, Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Hikumetê hat xwestin ku, bi hemû rêyên aştî û dîplomasiyê bi kevin rê da ku demek ji ya din zûtir ev qeyran bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de gelê Qeladizê bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir da ku guh bidin daxwazên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bikevin nava hewldanan. Dîsa di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û hat gotin ku, pêwîste tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û were azad kirin.
Rêxistinên beşdarî çalakiyê bûn wiha ne:
1-RêkxirawaXwîşkanî Komeley Îslamî Kurdistan
2-YekitiyaAfretanî Parêzgaran
3-Rêkxirawey Qutabyanî Kurdistan
4-Yekîtî Lawanî Dîmokratî le Kurdstanî Êraq
5-Culanewey Hawlatî Azad û Yeksan
6-Partî Jiyanî Azadî Kurdistan
7-Senterî Roşinbîrî Qeladzê
8-Senterî Roşenbîrî Çalakî Lawan-Ofîsî Qeladizê
9-Ferhengxaney Qeladzê
10-Komeley Xwêndkaranî Kurdistan
11-Partî Çareserî Kîmokratî Kurdistan
12-Tîpî Nwandtî Hermên
13-Yekîtî Xwêndkaraw Lawanî Serbexoy Kurdistan
14_Yekîtî Giştî Qutabyanî Kurdistan
15-Yekîtî Afretanî Kurdistan