Li Qamişlo bi hezaran ciwan ji bo Ocalan û girtiyan meşiyan

Li Qamişlo bi hezaran ciwan ji bo Ocalan û girtiyan meşiyan

Li bajarê Qamişlo ê yê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin girtiyên PKK û PAJK ku ev 54 roj in di greva birçîbûnê de ne, meşek bi meşale lidar xist.

Meşa ciwanan ji ber Mala Gel a Taxa Qeneswês destpê kir û li Xaçerêya Taxa Enteriyê bidawî bû. Di meşa ku bi diruşma, “Em berxwedana greva girtiyan silav dikin” hate lidarxistin de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin vekirin. Her wiha dirûşmên wekî, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “YPG di meşe erd û ezman diheje” hatin berzkirin.

Piştî meşê Endamê Kordînasyona Ciwanên Şoreşger Hemze Tolhildan axivî û diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Tolhildan, destnîşan kir ku ew berxwedana girtiyên PKK û PAJK’ê ku di 12’ê îlonê de hatiye destpêkirin û ev 54 roj in didome jî silav dikin. Tolhildan, anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidinê.

Tolhildan, herwiha berxwedana li dijî êrîşên komên çete yên li Heleb û Efrînê jî silav kirin û got, “Em ê di rojên pêş de hezar ciwanan tevlî YPG’ê bikin. Ger ku kampanyaya reşkirina tevgera azadiya Kurdistanê û YPG’ê dom bike, em amadene ku ciwanên şoreşger hemuyan tevlî YPG’ê bikin.”

Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.