Komeke çekdar li avahiya Zanîngeha Meemun ku ji berê de hatibû valakirin bicîh bûn. Li ser vê yekê hêzên Asayîşa bajêr bi komê re axivîn û ji avahiyê derxistin.
Li bajarê Qamişlo duh êvarê komek çekdar li avahiya Zanîngeha Meemun a li Taxa Neqilberî ku ji berê de hatibû valakirin bicîh bû. Li ser agahdarkirina welatiyan hêzên Asayîşa Bajêr çûn cihê bûyerê û diyar kirin ku ev der cihê sivîlan e û ji komê xwestin ku derkeve.
Lê koma çekdar destpêkê nexwest derkeve û gule li dordorê reşandin. Piştî ku hêzên asayîşê avahî dorpêç kir, koma çekdar daxwaza hevdîtinê kir û di encama hevdîtinan de ji avahiyê derket.