Li Qamişlo ji bo Ocalan greva birçîbûnê destpê kir

Li bajarê Qamişlo ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê destpê kir.

Li bajarê Qamişlo bi armanca protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hevkariya Kongreya Star û Yekîtiya Ciwanên Rojava, li kêleka dibistana Ferhan Elî ya Taxa Hilêliyê ku li nêzî herêma sînor a Bakurê Kurdistanê ye, kon hate vedan û dest bi gerva birçîbûnê hate kirin. Greva biçîbûnê wê 7 rojan bidome. Her wiha wê endamên meclîsên taxên bajarê Qamişlo û endamên saziyên sivîl, nobedê li grevê bigrin.

Di roja yekemîn a grevê de endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên ji hemû bajarên Kantona Cizîrê û endamên meclîsa bajarê Qamişlo û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, beşdar bûn

Di çalakiyê de beşdarvanan wêneyên Ocalan û alên YPG’ê YPJ’ê û bilind kirin.

Di destpêkê de Rêvebera Kongreya Star Welîde Botî axivî û wiha got: “Em îro li bi vê çalakiya xwe, tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Em ji hikûmeta Tirkiyê re dibêjin, hûnê nikaribin îradeya me têk bibin. Her wiha em bêdengiya raya giştî ya li hemberî hovîtiya hikûmeta Tirkiyê ku li dijî gelê Kurd pêk tîne jî şermezar dikin.”

Paşê Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Bedran Çiya Kurd axivî û tecrîda li ser Ocalan bi tûndî şermezar kir. Çiya Kurd got ku ew ê li hemberî van kiryarên qirêj ên hikûmeta Tirkiyê bê çare û bêdeng nemînin.

Çiya Kurd bi bîr xist ku Tirkiye bi destûrnedayîna hevdîtina bi Ocalan re, bi agir dilîze û wiha anî ziman: “Em ji hikûmeta Tirkiyê re dibêjin; we şer da destpêkirin, lê em ê bi dawî bikin. Ji ber ku yên bi ser bikevin em in. Em xwedî maf in û çi dibe bila bibe, em dest ji rêgezên xwe bernadin.”

Komîteya amadekar a greva birçîbûnê diyar kir ku wê grev 7 rojan bidome û di nava van rojan de, li gel axaftinan wê di der barê rewşa Ocalan de jî nirxandin were kirin û her wiha semîner bên dayîn.