Li qadên gêrîlayan pîrozbahiyên 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coş berdewam dikin. Di pîrozbahiyê de fermandarê gêrîla Azad Sêrt li ser girîngiya PKK'ê axivî û got; "Îro hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo hemû mirovahiyê rojek bi wateye. Îro roja azadiyê ye. Roja ku boçûna dîrokê hatiye guhertine"
Pîrozbahiyên ku li Qadên Parastina Medya berdewam dikin, li gel Fermandarên HPG’ê û YJA Starê gelek gêrîla jî tevlî dibin. Li qadên gêrîlayan pîrozbahiyê bi merasima leşkerî û deqîqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Piştî rêzgirtinê fermandarê gêrîlayan Azad Sêrt axaftinek kir.
Femandarê gêrîlayan Azad Sêrt balkişand ser ku, PKK’ê boçûna dîrokê guhertiye û gelê Kurd yê ku ber bi tunebûnê ve diçû niha hêzên parastina cewherî yên wê hene û wiha got: “Salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li her kesê pîroz be. Îro hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo hemû mirovahiyê rojek bi wateye. Îro roja azadiyê ye. Roja ku boçûna dîrokê hatiye guhertine. Hêzên dagirker xwestin gelê Kurd bi tunebûnê re rû bi rû bihêlin lê belê li himberî vê weke seknekê hêzên parastina cewherî PKK derket. Ji roja PKK derket heya niha li hemberî hêzên xwestin gelê Kurd tune bikin tekoşîn û berxwedanekî bihêz birêve birin.
Şehîdên PKKê rûpelek nû, paqij û yê qehremantiyê nivîsîn û her wiha ev weke mîrasek ji me re hêlan. Em li hemberî bîranînên şehîdên me birêzdarî xwe di tewînin. Em dê di şopa şehîdên xwe de bimeşin û em dê bibin şopdarên tekoşîna ku ji me re hêlayîne. Roja 27’ê Mijdarê li hevalên li vir amade, gelê me û Rêber Apo pîroz be. Em di tekoşîna hemû hevalan de serkeftinê dixwazin.”
Axaftinên fermandarê gêrîla Azad Sêrt bi sloganên “Bijî Serok Apo” bidawî bûn. Piştî merasimê gêrîlayan dîlan girêdan û stran gotin. Hate dîtin ku di pîrozbahiyê de gêrîla pir bicoş û moral bûn.