Fermandarê Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, diyar kir ku li pişt êrîşên li Serêkaniyê Tirkiye heye û êrîşa dawî ya bi tangan jî wekî, “hewldana Tirkiyeyê ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê” bi nav kir. Sîpan Hemo ji gelê kurd ê Bakûr û Başûrê Kurdistanê jî xwest ku li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide.
Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo, derbarê êrîşên komên çete yên li Serêkaniyê de, tevlî bernameya nûçeyan a Ronahî TV bû û destnîşan kir ku wan gelek caran bi daxuyaniyan aşkera kiriye ku dê li dijî êrîşên li ser gelê kurd berxwedanek birûmet nîşan bidin û derbarê komên çekdar ên derbasî Serêkaniyê bûne de jî ev tişt anîn ziman:
“Dema ev komên hanê ketin Serêkaniyê gotin ‘karê me bi we tune ye, karê bi rejîmê re ye’. Me jî dengê xwe dernexist. Bi rejîmê re şerê wan çêbû, rejîm ji wir derket. Di vê demê de car caran nakokiyên me û wan ên biçûk çêbûn, lê me mezin nekirin. Bes di rojên dawî de pêkanînên wan gihîştin asta jor. Vana nedixwestin tu kes bikeve bajêr, rê digirtin, talan dikirin. Jixwe ji bilî kurdan, ereban jî nerazîbûn nîşan dan. Herî dawiyê êrîşî navendên asayîşê kirin.”
‘EM TENÊ WEKÎ BÛYEREKÊ NABÎNIN’
Hemo, da zanîn ku ew van êrîşan tenê wekî bûyerekê nabînin, hêzên herêmê jî di nav hene û wiha dom kir: “Piştî pevçûnên dawî, gelek derdor û kesên xwedî bandor ketin navberê. Hevdîtinên me çêbûn, hema bêje dê encamek derketibaya, lê îro hinek kom ji aliyê Tirkiyeyê ve bi tank û çekên giran xwestin bikevin bajêr. Ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn, lewre em van êrîşan wekî hewldana Tirkiyeyê ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê dinirxînin.”
‘EM BI BIRYAR IN’
Sîpan Hemo, da zanîn ku li li pişt van koman kî hebe bila bibe, ew ê li her derê Rojavayê Kurdistanê li ber xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû kes jî dizane dewleta Tirk li pişt van koman e. Jixwe di dîmenan de jî hate dîtin ku ev komên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn, temehûlî alekê jî nekirin. Em bi biryar in li dijî van êrîşan şer bikin.”
‘HELWESTA SERÊKANIYÊ BI RÛMET BÛ’
Li ser helwesta hinek derdorên kurd ên bêdeng dimînin û helwesta gelê Serêkaniyê jî Sîpan Hemo, ev tişt gotin: “Mixabin hinek hêzên kurd helwestek aşkera nîşan nadin. Belkî dibêjin ku hêzek biyanî naxwazin li ser axa Kurdistanê, lê di pratîkê de tiştek tune ye. Em zêde loman nakin. Belkî hêzek wan tune be, nikarin bikin, lê em wekî YPG bi biryar in ku li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Di vir de divê bêjim ku helwesta gelê Serêkaniyê bi rûmet bû, xwedî li YPG’ê derket. Em naxwazin tu kes li vê herêmê hesabên siyasî bikin û dixwazin gelên din ên wekî suryanî, mesîhî û ereb jî bibin xwedî helwestek wekî ya gelê kurd.”
‘DIVÊ GELÊ BAKÛR Û BAŞÛR JÎ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’
Fermandarê YPG’ê Hemo, li ser helwesta gelê kurd ê Bakûr û Başûrê Kurdistanê jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha pê de çû: “Ez dixwazim wekî rexneyekê jî bêjim, li hemberî van êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê gelê me yê li perçeyên din ên Kurdistanê bê deng man. Bi taybetî gelê Bakur ku gelekî berxwedêr e, bêdeng man, ev êrîş ji wî alî ve tên kirin. Lewre em dixwazin helwesta xwe nîşan bidin. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi helwesta xwe piştgiriya hemû perçeyên Kurdistanê kir, niha jî li vir destkeftiyên kurdan hene, ev destkeftiyên hemû kurdan e. Loma bi taybetî em dixwazin gelê Bakûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide. Ji ber ku ev êrîş ji wî alî ve tên, lîstikên Tirkiye û Serokwezîrê wan Recep Tayyîp Erdogan in. Li ser gelek kesên ku ew digirin belgeyên wan derdikevin. Loma em hêvî dikin ku gelê me yê Bakûr û Başûrê Kurdistanê jî xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derkeve.”