Li Pirsûsê teqîn: 1 jê polîs 3 kes birîndar bûn
Li nuqteyeke polîsan a li nêzî wargeha Arîn Mîrxan a Pirsûsê, di encama teqînekê de 1 jê polîs 3 kes birîndar bûn.

Li konteynira çopê ya li nuqteya polîsan a 50 metre dûrî Wargeha Arîn Mîrxan a Pirsûsê, teqînekê rû da. Ji ber dengê bilind teqînê li wargehê rê li ber panîkê vekir. Di bûyerê de welatên bi navê Adnan Akaltûn ê 25 salî, Mehmet Şahîn ê 16 salî û polîsekî navê wî nehat zanîn, birîndar bûn. Her sê kesên bi sivikî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Ji ber teqînê rêya Pirsûs-Rihayê ji bo demekê li çûn û hatinê hat girtin. Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî hat cihê bûyerê û lêkolîn kir. Piştî ku polîsên tevgera taybet dor li cihê bûyerê girtin, rê li trafîkê hat vekirin.
Beriya çend rojan li Pirsûsê teqînekê rû dabû û Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan dabû xuyakirin ku hêzên tarî dixwazin bi çavtirsandinê re Kobaniyên li wargehên Şaredariyê dimînin aciz bikin û berê wan bidin kampa AFAD'ê.